PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Rûsya digel hêzên rejîma Esed amadekariya operasyoneke berfireh li ser parêzgeha Idlibê dike ku komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike jî tê de ne.
Malpera Bulgarian Military daye zanîn ku di çend rojên dawî de li ser otorêya M4ê gelek êrîş bi ser komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de têne kirin û bi zarê çavkaniyên ewlekariyê îdia kir ku Rûsya amadekariya êrîş û operasyoneke berfih ji bo Idlibê dike.
Herwiha ajansa rûsî Avipro jî daye xuyakirin ku ji bilî Rûsyayê hêzên Tirk jî teqwiyeyê dikin û tevgera van rojên dawî nîşan dide ku wê operasyoneke berfireh were pêkanîn.
Ajansan diyar kiriye ku Rûsya piştî ku tevahiya otorêya stratejîk M4 bixe kontrola Esed, wê berê xwe bide navenda Idlibê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin