Li ser fermana Serokwezîr bendava Bestore tê çêkirin

Li ser fermana Serokwezîr bendava Bestore tê çêkirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Hewlêrê bi qasî şeş milyar dînar ji bo her du bendavên Zelan û Çeqçeq hatin dabînkirin û bendava Bestore tê çêkirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî diyar kir; li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê dest bi cîbicîkirina projeya bendava Bestore tê kirin.

Ji bo vê mebestê, piştî amadekirina dîzayna projeyê, li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, budceyeke taybet ji bo çêkirina vê projeyê hat dabînkirin.

Herwiha destnîşan kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser dabînkirin û xerckirina şeş milyar dînar ji bo bendavên Zelan û Çeqçeqê.

Fermangeha Medya û Zanyarî dide zanîn; ji bo her yek ji van bendavan, bi qasî sê milyar dînar hatin dabînkirin û ev budce bi awayekî neqdî û qonax bi qonax li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê wê were xerckirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin