Talîbanê nûnerê welatê xwe yê li Netewên Yekbûyî eskere kir

Talîbanê nûnerê welatê xwe yê li Netewên Yekbûyî eskere kir

PeyamaKurd –Talîbanê, nûnerê welatê xwe yê li Netewên Yekbûyî (NY) eşkere kir û Amerîka û Brîtanya jî li ser nasîna Hikûmeta Talîbanê rêkeftin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di civîneke li Washingtonê de, li ser nasîna hikûmeta ku Talîban ragihîne, bi mercê hemaheng be rêkeftin.

Berdevkê ofîsa Boris Johnson bi daxuyaniyekê da zanîn: ‘’Biden û Johnson diyar kirine ku bikaranîna hemû rê û amûrên dîplomasî û mirovî ji bo rêgirtina li bûyerên karesata mirovî li Afganîstanê girîng e.

Berdevkê sekretere giştî yê NYê Antonio Gutarres, Ferhan Heq jî eşkere kir: ‘‘Talîbanê berdevkê polîtburo (mekteba siyasî) ya Tevgera Talîbanê Mihemed Suhêl Şahîn wek nûnerê Afganîstanê li NYê diyar kiriye.’’

Ferhan Heq diyar kir, hikûmeta Talîbanê bi fermî sekretere giştî yê NYê Antonio Guterres agahdar kiriye ku Mihemed Suhêl Şahîn wek balyoz ango nûnerê Afganîstanê li NYê hatiye destnîşankirin.

Berdevkê polîtburoya Talîbanê Mihemed Suhêl Şahîn, li Doha ya paytexta Qeterê di danûstanên Amerîka û Talîbanê de xwedî rolekî serekî bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin