Hewlêr | Forûma Aborî ya navbera Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir

Hewlêr | Forûma Aborî ya navbera Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Forûma Aborî ya Navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê îro Yekşemê bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş dest pê kir.

Doh êvarê Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê bi rêya balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve gihîşt Herêma Kurdistanê û îro hevdîtin li gel serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkanîn.

Forûma Aborî ya Hewlêr-Enqerê îro Yekşemê bi tevlîbûna şande û bazirganên Tirkiyê û Kurdistanê dest pê kir.

Di forûmê de li ser bazirganî û aborîya navbera herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Iraqê guftûgo wê bên kirin ku armanc pêşxistina sektora aborî û hilberîna di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin