PeyamaKurd – Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, îro bi 100an zêdetir hemwelatiyan re civiya û armanc jî birêvebirina karên wan û guhgirtina li daxwazên wan bû.
Fermangeha Medya û Zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê do bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, di avahiya Encûmena Wezîran de ji bo birêvebirina karên hemwelatiyan û guhdarkirina li daxwazên wan, pêşwazî li hejmarek hemwelatiyan kir.’’
Hat eşkerekirin: ‘‘Armanca wî karê Serokê Dîwana Encûmana Wezîran, derveyî birêvebirina karûbarên hemwelatiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan ên li fermangehên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.’’
Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku hemû sêşeman hemwelatî saet 10 heta 12ê sibehê dikarin rasterast daxwazên xwe û gazin û giliyên xwe bigîhînin Encûmena Wezîran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin