PDK: Hêzên di nav baregehên PDKê yên li Kerkûkê di rojên bê de derdikevin

PDK: Hêzên di nav baregehên PDKê yên li Kerkûkê di rojên bê de derdikevin

PeyamaKurd – Endamê Serkirdatiya PDKê diyar kir, ew hêzên ku di nava baregehên PDKê yên li Kerkûkê de ne, di rojên bê de derdikevin.

Endamê Serkirdatiya PDKê Diyarî Husên diyar kiriye: “Piştî 16 Cotmeha 2017an, hêzeke mezin li Kerkûkê bi cih bû û piraniya wan li baregehên me bi cih bûn, ji ber ku kesine din navendên me nîşanî wan dan.”

Herwiha Diyarî Hûsên eşkere kiriye: “Wek çawa li Mexmûr û Mûsilê baregehên me tên valakirin, niha ew hêzên li Kerkûk û Xaneqînê li baregehên me bi cih bûne soz dane ji baregehên me derkevin.”

Herwiha Husên diyar kir, ew hêvî dikin ku beriya hilbijartinan baregehên wan bên valakirin û wiha got: “Em dixwazin di zûtirîn dem de vegerin baregehên xwe.”

Ji ber hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ku dê 10'ê Cotmehê bên kirin, PDK'ê baregehên xwe yên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin