PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî forûma MERİ ya bi babeta ‘Ji bo Rojhilata navînekî bi îstîqrar, Iraqekî bi îstîqrar’ bû û piştî forûmê pirsên rojnamevanan bersivand. Barzanî got ku wê ji bo 4 salên pêşiya me, xwe bidin ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Barzanî weha got:
“Tiştê ji bo me girîng ne meqame, tiştê girîng ew e ku Kurd bi yekdengî herin Bexdayê.”
Barzanî di formê de li ser mijara hilbijartina 10 ê cotmehê axifî û weha got:
“Em dixebitin da temamê partiyên siyasî di bin sîwana serokatiya Herêma Kurdistanê de bicivînin. Tiştê ji bo me girînge ne meqame, tiştê girîng ew e ku Kurd bi yekdengî herin Bexdayê.”
Barzanî li ser pirsa bê maqamê Kerkûkê û serokkomariya Iraqê bidin kîjan partiyê de weha got:
“Vê mijarê di ser medya civakî de xistine ortê. Heya niha kîjan meqam wê bigihê kîjan partiyê û çawa bigihê, am li serê nehatine cem hev û em li serê neaxifîne. Em dixwazin Kurd serkeftî bin. Ya girîng maqam nîne, ya girîng yekîtiya Kurda ya li Bexdayê ye.”
Barzanî got ku partiya destekvanên wê hebûn û li bajaran rêxistinên wan hebûn biserketin û sipasiya Sunneyan û partiyên din kir ku tevlî hilbijartinê bûne û kêfxweşiya xwe anî ziman. Barzanî behsa girîngiya cîbicîkirina destûra Iraqê kir û got xebata wan ya ewilî dê li Bexdayê ew be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin