PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gül tevlî civîna herêmî ya Diyarbekirê bû. Gül di axftina xwe de weha got:
“Slogana me ‘mirovan bide jiyandin da dewlet bijî’ ye. Eger em edaletê bidin jiyandin em ê bikin însan bijîn. Di wexta 12 ê êlûnê de zîndana Diyarberkirê bi îşkenceyên giran ketibû rojevê, wê zîndan bê girtin û em ê wê bikin muze.
Yek ji remzên 12 ê êlûnê zîndana Diyarbekirê ye. Wexta serokoma hat Diyarbekirê vê gotinê got. Em ê di wextekî kurt de zîndanê vala bikin û bigrin ji ber îşkenceyên giran û nemirovane tê de hatin kirin.
Em ê wê derê ji bo demokrasiyê bikin mal û bila car din 12 ê êlûnan çênebin û dewra wesayetan bi paşde neyên. Em ê wê derê ava bikin û bikin muze û navenda çandê. Em ê di nêzde wê derê vala bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin