PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyê civaka Êzidî Pîr Xidir Silêman peyamekî ji bo malbata Pîr Xidir, Bingeha Laleşê û civaka Êzîdî kir.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
“Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiyê civaka Êzidî Pîr Xidirê Silêman bihîst.
Bi vê helkeftê, serxweşî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên Pîr Xidirê Silêman û tevahiya nivîskar, navendên kulturî, Bingeha Laleşê û civaka Êzîdî dikin.
Ji Xwedêyê mezin dixwazin, sebir û hedarê bide kesûkarên rehmetî, giyanê wî şad be û cihê wî bihuşta berîn be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin