Macron: “Îngîltere bi sînîrên me dileyîze”

Macron: “Îngîltere bi sînîrên me dileyîze”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo di nav ava Îngîltere de masiyan bigrin, Îngîltere lîsansê neda temamê msîvanên Fransayê û li ser mijarê Macron weha got:

“Îngîltere bi sînîrên me dileyîze. Di van hefteyên dawiyê de dengê xwe bilind dikin. Mijar ne tenê Fransayê lê Belçîka, Hollanda, Almanya û Norweçê jî eleqeder dike. Îngîltere peymana Brexitê bicîh nayne. Em masîvanên xwe bi tenê nahêlin. Me ji komisyona Awrûpayê xwest ku di mijarê de bikevin dewrê.

Sozên ku dane divê bicîh bînin. Îngîltere peymanan îmze kir. Divê ji wan re rêz bigre. Îro Îngîltere rêz nagre. Min aşkera ji serokwezîr Boris Johnson re got.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin