Karwana duyem a tovê genim ê Amerîkayê gihîst Rojavayê Kurdistanê

Karwana duyem a tovê genim ê Amerîkayê gihîst Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Karwana duyem a tovê genim ê Amerîkayê, gihîşt Rojavayê Kurdistanê. Heta niha jî hejmareke mezin a cotkarên Rojavayê Kurdistanê, zeviyên xwe yên genim û ceh neçandine û gelek cotkar bê tov in.

Heta dawiya vê mehê û li gor pîvanên çandiniyê, divê cotkar tov bavêjin zeviyên xwe û li benda baranê bin, lê hîn hejmareke mezin ji cotkaran, xwe amade nekirine.

Tovê ku Amerîkayê şandiye ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê re, 2 hezar û 880 ton in û li ser çend qonaxan ji Başûrê Kurdistanê re derbas dibin. Saziya tov a girêdayî Rêveberiya Xweser, 1800 tonî ji bo herêma Cezîrê veqetandiye û derdora 1000 jî, ji gundewarê Dêre Zorê re dişîne. Heman sazî qala wan cotkaran dike yên ku mafê wan heya vî tovî werbigrin.

Hevserokê Saziya Tov Mazlûm Hesen dibêje: “Cotkarê ku beriya niha girêbest bi me re kirine, ji ber ku avî ne û pişt re kesê ku heya niha tov wernegirtibe û di nav rêya navendên çandiniyê re tên tomarkirin.”

Rêveberiya Xweser di serî de tov dide wan cotkarên ku pêşûtir, girêbest bi wan re kiribûn li ser dana tov bi deyhn beramber rakirina mûsim, herwiha dide wan cotkaran jî yên ku navê xwe tomar kirine lê hîn wernegirtine.

Endamê rêveber di saziya tov de Cibêr Qasim diyar kir: “Ev beşê duyem e digihêje Amûdê, berî belavkirinê wê bê pişkinînkirin, beşê yekem li Dêrikê, Til Koçer, Til Hemîs û Til Birak hate belavkirin, niha jî li Amûdê.”

Herî kêm ji bo tevahiya cotkarên Bakûr Rojhilatî Sûriyê û li gor amarên desteya çandiniyê, pêwistî bi 100 hezar tonî heye û tovê ku Amerîka şandiye, tenê têra 10 ji sedî dike. Her donimek zevî jî bi hewceyî ji 30 heya 32 kîlo tov heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin