Prigozhin û Karwana Wagnerê ji Rostovê derket!

Prigozhin û Karwana Wagnerê ji Rostovê derket!

PeyamaKurd – Serok û damezrînerê Koma Wagner a Rûsî Yegeniy Progozhin ji bajarê Rostov ê ku duh dema serhildana dijî Moskowê kontrol kiribû, derket. Li gorî lihevkirina wî û Kremlînê tê çaverêkirin derbasî Belarûsê bibe û doza li ser wî jî were hilweşandin.

Parêzgarê Herêma Rostovê Vasiliy Golubev, li ser kanaleke Telegramê ragihand ku karwana leşkerên Wagnerê ji Rostovê derketiye û ber bi kampên xwe ve çûye.

Herwiha li ser medya civakî jî hate belavkirin ku Serokê Wagnerê Prigozhin jî ji biryargeha leşkerî ya Rostovê veqetiya ye û dîmenên derketina Prigozhin ên ji bajarê Rostovê hatin belavkirin.

Piştî lihevkirinê tedbîrên ku li hember serhildana Wagnerê hatibû ragihandin, li Rûsyayê hatin rakirin û rê ji nû ve hatin vekirin. Herwiha biryara ‘operasyona dijî terorê’ jî hate betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin