PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde piştî seredana xwe ya Bexdayê qedand çû herêma Kurdistanê. Linde li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê berpirsê têkiliyên derve yê herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hat pêşwazîkirin. Li aliyê dinê wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyin û wezîra karên derve Ann Linde civîna çapemeniyê kirin.
Huseyîn ragihand ku wan li ser rewşa koçberan yên li Awrûpayê bi wezîra Ann Linde re axifîne û gelek peymanan îmze kirine.
Wê Linde li Kurdistanê di asta bilind re bi gelek rêvebirên Kurdistanê re hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin