PeyamaKurd – Di navbera komên çekdar ên li naveda bajarokê Cindrêsê yê ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê de şer derket û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir, do bi çekên sivik û navîn, polîsên leşkerî, feyleqa 3, Ehrara Şerqeyê bi çekdarên avahiya leşkerî bi serkidaytiya Eb Reşa li Şiyê şer kirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, şer li ser madeyên hişbir bû ku piraniya komên çekdar niha karê baziragnîkirina bi madeyên hişbir dikin.
Herwiha li gor zanyariyan, di encama wî şerî de 3 kesên sivîl birîndar bûn û tirs di nava xelkê de belav bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin