Li Sêrtê termên jin û mêrekî hatin dîtin

Li Sêrtê termên jin û mêrekî hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê 14ê Kanûnê, li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, li qeraxa rê cenazeyê jinekê û zilamekî bi giranî birîndar hatine dîtin ku zilam jî piştre can daye.

Li gor agahiyan li nêzîkî goristana ser rêya Misircê û Sêrtê di nav otomobîleke rawestiyayî de termê jineke bi navê Meryem A. û kesekî birîna wî giran bi navê Şaban T. hatine dîtin.

Dema tîmên tenduristiyê gihîştine cihê bûyerê dibînin ku jina bi navê Meryem a 25 salî miriye û Şaban T. jî ku bi birîndarî hatibû dîtin, piştî ku radikin nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanan li Nexweşxaneya Dewletî ya Misircê can dide.

Hat diyarkirin ku her du kes bi çekê hatine kuştin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin