Girtiyekî Kurd di girtîgeha bajarê Îlamê de xwe kust

Girtiyekî Kurd di girtîgeha bajarê Îlamê de xwe kust

PeyamaKurd – Girtiyekî Kurd, di girtîgeha bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê de xwe kuşt.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, girtiyê Kurd Ruhullah Melekî (30 salî) ku bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê îdamê hatibû mehkûmkirin û 10 sal bû di girtîgeha bajarê Îlamê de bû, xwe kuşt.

Zanyarî eşkere dikin, wî girtiyê Kurd çend roj berê li dijî ne zelalbûna dosye û rewşa xwe dest bi gireva birçîbûnê kiribû, lê piştî ku berpirsên girtîgehê guh nedabûn daxwaziyên wî, derman xwaribû û xwe kuştibû.

Ew girtiyê Kurd yekser nemiribû ji ber ku ew biribûn nexweşxanê û dil û hinavê wî şûştibûn û dîsa vegerandibûn girtîgehê. Lê roja 1 Kanûna îsal can dabû.

Ruhullah Melekî xelkê bajarê Mêhran li parêzgeha Îlamê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin