Tirkiye balafirên bêmirov yên Bayraktar teslîmê Kirgizîstanê kir

Tirkiye balafirên bêmirov yên Bayraktar teslîmê Kirgizîstanê kir

PeyamaKurd – Kirgizîstan berê sîparîşa balafirên bêmirov yên Bayraktar TB2 ji Tirkiyê re dabû û hat ragihandin ku Tirkiyê balafirên ji bo Kirgizîstanê çêkir, teslîmê Kirgisîztanê kir.  Li gor ragihandina çapemeniya serokkomariya Kirgizîstanê, serokkomar Sadir Caparov balafiran kontrol kiriye û wê balafir di xizmeta parastina sînor de bên bikaranîn.

Ji bo serokkomar Caparov di derbarê sîstema balafiran de agahî hat dayîn û li ber çavên wî balafiran firandin. Li gor agahiyan ji van balafiran tenê di 5 welatan de heye. Lê nehat gotin bê Tirkiye çend balafiran firotiye Kirgizîstanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin