PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê endamtiya NATO ya Swêdê pesend kir, Kanadayê jî ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakiribû.
Di çarçoveya rakirina ambargoyê de, ajansa Reutersê ragihandiye ku herdu welatan li ser dabînkirina parçeyên balafirên bêmirov ji Kanadayê jî li hev kirine.
Li gorî çavkaniyên Reutersê, di lihevkirina Kanada-Tirkiyê ya bo parçeyên dronan de, wê polîtîkaya şefafbûnê hebe û bê zanîn bê ew parçe di çi de têne bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin