Tirkiye balafirên bêmirov û yên bi çek li Kibrisê bicîh dike

Tirkiye balafirên bêmirov û yên bi çek li Kibrisê bicîh dike

PeyamaKurd-Hukumeta Kibrisê ya bi Tirkiyê ve girêdayiye biryarê da ku Tirkiye ji niha û pê de wê bikaribe alavên xwe yên hewayî; yên bêmirov(İHA) û yên bi çek(SİHA) li Balafirgeh a Geçitkale bide rawestandin. Bi sedema ku Tirkiyê di Derya Sipî de li petrol,xaz û hîdrokarbonê diğere, bi van alavên hewayî parastina keştiyên xwe dike. Lê bi sedema Kibris nêzî ciyê sondajê ye, wê ji niha û pê de, balafirgeha wê derê bikarbîne ku heya niha balafirgeh bo balafiran girtîbû.

Bo bicîhkirina İHA û SİHA yan tîmeka teknîkî ji Ankara çûye Kibrisê. Tîm rapora bi awayeka erênî an ku di leha bicîhkirina balafiran de daye. Serokwezîrê Kibrisê jî ragihandiye ku mijar mijareka neyewiye û biryarê daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin