Bennet: Her çi kesên mosekan bavêjin Îsraîlê…

Bennet: Her çi kesên mosekan bavêjin Îsraîlê…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, piştî bersiva balafirên şer ên Îsraîlê bo moşekbarana Hamasê got, yên moşekan bavêjin Îsraîlê wê berpirsiyariya wê jî li xwe bigirin.

Bennett, îro Yekşemê di civîna kabîneya xwe de eşkere kir ku balafirên Îsraîlê li Xan Yûnisê li kargeheke  hilberîna moşekan a Hamasê xistine û herwiha artêşê jî li Xeta Xezayê çend êrîş li ser binkeyên Hamasê encam dane.

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha da zanîn ku êrîşên Îsraîlê bersiva moşekên ji Derya Spî têne avêtin e û got, “Dixwazim tiştekî zelal bikim: Ew dîmenên brûskan ên Hamas her zivistan belav dike, derveyî rastiyê ne. Her çi kesên moşekan bavêjin Îsraîlê wê berpirsiya wê jî li xwe bigirin.”

Li aliyê din tê gotin ku Misir ji bo aloziya navbera Îsaraîl û komên Filîstînî yên Xeta Xezayê kêm bike, bi aliyan re dest bi danûstandinan kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin