PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis ragihand, heger Tirkiye li êrîşkariya dijî Qibris û Yûnanistanê vegere, ew dê tedbîran bistînin û wan lîsteyeke dorpêçan amade kiriye.
Miçotakis di merasîma bîranîna koça dawî ya Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli de got, "Em dizanin ku di siyaseta Tirkiyê ya li hember Yûnanistanê de guhertineke bingehîn nîne. Ji ber vê jî me nêzîkbûnek nîşan da û destê dostaniyê dirêj kir, lê di heman demê de heger Tirkiye vegere ser siyaseta êrîşkirina Yûnanistan û Qibrisê me lîsteya tedbîrên xwe amade kirin.”
Miçotakis, herwiha destnîşan kir ku Rojhilatê Derya Spî kilîla dabînkirina enerjiya Ewropayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin