PeyamaKurd- Rayedarên Çînê, cara yekemîn li Îranê pêwendiya dîplomasiyê ya li ser konsulxaneyan danî û hat ragihandin ku yekemîn Konsulxaneya Giştî ya Çînê, li Îranê hatiye vekirin.
Li gorî agahiyên çapemeniyên Îran û Çînê, yekemîn Konsulxaneya Giştî ya Çînê, li bajarê Bandar Abbas a paytexta parêzgeha Hurmuzgan a Îranê hat vekirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku konsulxane bi awayê fermî hatiye vekirin û Balyozê Çînê yê Îranê Chang Hua, di axaftina xwe ya vekirina fermî de vê konsulxaneyê wekî ‘di têkiliyên Çîn û Îranê de wekî xala nû ya zivirînê’ pênase kir.
Chang, di vê axaftinê de got, "Ev pêngav dê hevkariyên dualî yên sûdmend ên Çînê bi başûrê Îranê re kûrtir bike û fêkiyên zêdetir bide dostaniya navbera Çîn û Îranê."
Chang got ku nûneratiyên dîplomatîk ên Çînê yên li Îranê amade ne ku bi Îranê re hevkariyê bikin û vekirina konsulxaneya giştî wekî derfetek ji bo bicîkirina bi awayekî çalak planên hevkariyên berfireh di navbera herdu welatan e.
Alîkarê Parêzgarê Hurmuzganê Adil Şehrzad di axavtina xwe de diyar kir ku parêzgehên başûrî yên Îranê li hêviya hevkariyên digel Çînê ne û got,
“Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Çînê, dê roleke girîng li baştirkirina pêwendiyên dualî û zêdekirina dan û stendinan a di warên cuda de bilîze.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin