PeyamaKurd – Hate ragihandin, li bajarê Damgan ê Îranê di madenekê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNA, li bajarê Damgan ê Îranê di madenekê de teqînek çêbû.
Di nûçeyê de hat gotin, "Di encama teqîna mayîna li Damganê de 2 kesan can dan û 5 kes jî birîndar bûn."
Hat destnîşankirin, derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh berdewam dikin û wê paşê ronîkirina pêwîst bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin