Amerîka û Çîn, li Pasîfîkê hatin hemberî hev

Amerîka û Çîn, li Pasîfîkê hatin hemberî hev

PeyamaKurd- Ji aliyê Fermandariya Hêzên Hind-Pasîfîkê ya Amerîkayê (INDO-PACOM) ve hat ragihandin ku balafirên şer ên Çînê, li ser Behra Çînê ya Başûr, balefireke kifşê ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê tacîz kiriye.

Bi rêya daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Hindo-Pasîfîkê ya Amerîkayê, der barê vê rewşê de diyar kir ku bûyereke pêşîlêgirtin û tacîzê ya di navbera Amerîka û Çînê ya li herêma Pasîfîkê da hat zêdekirin.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku "Di 21ê Kanûnê de yek ji ajovanên J-11 yên Hêza Deryayî ya Artêşa Rizgariya Gel, dema ku balafirek RC-135 ya Hêza Hewayî ya Amerîkî ku bi qanûnî operasyonên rûtîn li qada hewayî ya navneteweyî li ser Deryaya Çînê ya Başûr dimeşandin, manevrayeke ne ewle kir."

Di nav daxuyaniyê de wêneyê dema tacîzê ya xeternak jî hat parvekirin û hat diyarkirin ku ajovanê Çînî, li ber balafira kifşê ya RC-135ê ya Amerîkayê, manevrayeke xeternak kiriye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku balafira Amerîkayê, ji bo ku li hev nekevin, divê manevrayên bi xeter bike û wiha hat gotin:

"Hêzên Hevbeş ên Hind-Pasîfîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo herêmek Hindo-Pasîfîk a azad û vekirî ye û dê li gorî qanûnên navneteweyî bi rêzgirtina ji ewlehiya hemû keştî û balafiran re li ser avên navneteweyî û qada hewayî bifire û bixebite. Ew li bendê ne ku welat qada xwe ya hewayî ya navneteweyî bi ewle û li gorî hiqûqa navneteweyî bikar bînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin