Hirvatîstan, tevlî Schengenê hat kirin

Hirvatîstan, tevlî Schengenê hat kirin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di civîna Konseya Karên Hundir a ku ji Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk tê, ku di 8ê Kanûna sala borî de pêk hat, hat qebûlkirin ku Hirvatîstan tevlî herêma Schengenê û bikaranîna euroyê bibe.

Hirvatîstana ku di sala 2013an de ketibû Yekîtiya Ewropayê, bi merasîmekê ku nîvê şevê li deriyê sînor ê Bregana yê li ser sînorê bi Slovenya re hat lidarxistin, tevlî herêmê hat kirin.

Serokwezîrê Hirvatîstanê Andrej Plenkoviç, di merasîmeke cuda de axivî û got, "Rojeke ku dewletek bigihije armancên xwe yên stratejîk û kêliyên dîrokî heye ku rûmetê didin me."

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen ku beşdarî merasimê bû got: "Îro Hirvatistan tevlî herêma Schengenê û bikaranîna euroyê dibe ku ji bo welatê herî ciwan ê Yekîtiya Ewropayê du destkeftiyên mezin in.”

Piştî merasimê, Plenkovic û von der Leyen li paytext Zagrebê geriyan û ji qehwexaneyekê bi euroyan qehweyek kirîn. Plenkoviç ji aliyê von der Leyen ve dema ku heqê qehweyê bi euro dida, ji bo wê çepik hatin lêdan.

Her wiha hat diyarkirin ku Hirvatîstan bû welatê 27emîn ku beşdarî herêma Schengenê bû û bû welatê 20emîn ku beşdarî bikaranîna euroyê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin