Norwecê, ji ber erdhejê balafir sandin Tirkiyeyê

Norwecê, ji ber erdhejê balafir sandin Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Norwêcê ji bo ku kesên erdheja Mereşê ji bo parêzgehên din bên veguhestin, 2 balafirên xwe şandin Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve ya Norwêcê hat dayîn, balafirên leşkerî yên cureya C-130 yên Hêzên Çekdar ên Norwecê ku ji Tirkiyeyê re tên şandin, dê piştgiriyê bidin rakirina birîndaran û gihandina alîkariya lezgîn a ji bo herêmên erdhejê.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store bal kişand ser girîngiya bersivdayîna bilez a li hember erdhejên wêranker ên li Tirkiye û Suriyeyê pêk tên û got, "Di vê rewşa gelek dijwar de divê em hemû alîkariyê bidin." 

Her wiha hat diyarkirin ku ji Fona Alîkariya Mirovî ya Norwêcê, ji bo piştgiriya kesên ji erdhejê zirar dîtine 14,6 milyon dolar (nêzîkî 275 milyon TL) hatiye veqetandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin