PeyamaKurd – Ajansa Middle East Monitor ku nûçeya xwe dispêre medya rûsî, ragihandiye ku Rûsya plan dike ku balafirên stratejîk ên bombardima nukleerî li baregeha Hmeymim a li Sûriyê bicih bike.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Rûsyayê pîstên baregeha Hmeymim a Laziqiyê ji nû ve ava kirine û wê wan balafirên stratejîk ên bombardimana nukleerî ji bo dijî terorîstan bikar bîne bicih bike.
Li aliyê din pisporekî Amerîkî Joseph Trevithick, ji medya rûsî re derbarê bicihkirina balafirên bombardimanê yên nukleerî de gotiye, Rûsya hewil dide serweriya xwe ya li Derya Spî berfirehtir bike ku dikarin bi vî awayî ji bo armancên xwe yên Ewropayê bibin tehdîd.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin