Trump: 700 milyar dolar zêdeyî serê we ye!

Trump: 700 milyar dolar zêdeyî serê we ye!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi daxuyanî û peyamên xwe yên balkêş tê naskirin ji Prensê Şûngirê Bahreynê El Xelîfe re got ku pereyên we zêdeyî serê we ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê bi Selman bîn Hamad El Xelîfe re hevdîtinek pêk anî û di wê hevdîtinê de jê re got, “700 milyar dolarên we hene û ev ji bo we pir zêde ye.”

Trump herwiha jê re got ku dê sala bê ew pere bibe 718 milyar dolar û piştî saleke din jî bibe 738 milyar dolar ku ev ji bo Bahreynê pereyekî pir zêde ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin