PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Adarê li paytex Hewlêrê bi şanda Hikûmeta Brîtaniyayê ya bi Serokatiya Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, Başûrê Asya û Neteweyên Yekbûyî Lord Ehmed re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson Richardson jî amadehî kiriye û Lord Ehmed diyar kiriye, piştî yekem serdana wî ya li Herêma Kurdistanê, guhertinên girîng, pêşketin û avakirinên berçav li Herêma Kurdistanê çêbûne.
Lord Ehmed got, pêgeheke girîng û taybet a Herêma Kurdistanê heye û daxwaza welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên ligel Herêmê anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanya ji bo Herêma Kurdistanê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem di warên pirrengkirina aborî, girîngîdana bi sektora çandiniyê, hinardekirina berhemên navxweyî ji bo bazarên derve û dîjîtalkirina xizmetgûzariyên giştî û karûbarên hikûmetê pêşkêş kir.
Herwiha li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, her du alî hevnêrîn bûn ku çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên cuda yên Iraqê de ye.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku hinek pêşketin û têgihiştineke baş li ser projeyasaya bûdçeya federalî heye û got: “Bi taybetî ku ev cara yekem e Herêma Kurdistanê beşdariyê di amadekirina projeyasaya bûdçeyê de dike. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de Encûmena Nûneran a Iraqê wê projeyasayê pesend bike û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bê dabînkirin.”
Her du aliyan tekezî li ser serweriya yasayê, parastina aramiyê û berevanîkirina berdewamiya hikûmetek xizmetgûzar kirin.
Di civînê de, rêkeftina Şingalê, derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan ji bo cihên xwe jî hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin