Budçe ya 2018an ya Iraqê ji aliyê Meclisa Iraqê ve hatibû qebûlkirin lê dema çû ber îmza serokomar Fûad Mehsûm, bi egera ku hinek xalên wê li dijî qanûna esasiye red kir. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nerazîbûna xwe li dijî redda serokkomar Fûad Mehsûm ragihand.
Ebadî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku mafê ti kesî tine ye budçeyê red bike. Ebadî got ji bo budçe ji aliyê serokomariyê ve bê tetbîqkirin, wê xebata xwe dewam bikin.
Fûad Mehsûm çend hefte berê li mala xwe grûbên Kurda yên di parlementoyê de kiribû mêvan û Kurd giliyên xwe yên di derbarê budçeyê de ragihandibûn. Tê gotin ku li ser îtîraza Kurda, serokkomar Fûad Mehsûm budçê redkiriye.
Lê tê zanîn ku Fûad Mehsûm li ser hesabê Kurda li Bexdayê ye û hem Kurda hem Ereba temsîl dike. Belê Ebadî rêya li hevkirinê nehiştiye û budçe ya Kurda ku berê din ava budçe ya Iraqê de %17 bû, niha aniye ser 12.6ê. An ku li ser rêjeya budçe ya Iraqê ya giştî % 4.4 daxistiye.
Tevî ku her 3 partiyên Kurdistanê budçeyê boykot kiribûn jî, Ebadî di demeka ku Kurd ne li meclisê bûn, budçeyê di meclisê de derbas kiribû û dabû qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin