Parêzer îro li Stenbolê bi civîneke rojnamevanî peyama Ocalan radigihînin

Parêzer îro li Stenbolê bi civîneke rojnamevanî peyama Ocalan radigihînin

PeyamaKurd - Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Abdullah Ocalan ragihandin ku îro li demjimêr 11an li Stenbolê civîneke rojnamevanî li dar dixin.

Parêzeran diyar kir ku ew dê derbarê hevdîtina 22yê Gulanê ya Ocalan de daxuyaniyê bidin, lê herwiha di daxuyaniya xwe ya banga beşdariya civîna rojnamevanî de gotin ku ew dê pirsên rojnamevanan nestînin.

Li aliyê din ev çend roj in parêzerên Ocalan bi girtiyên ketine greva birçîbûnê re hevdîtinan dikin, lê hîn piştî hevdîtina Ocalan bidawîkirina grevên birçîbûnê nehatiye ragihandin.

Tê çaverêkirin di daxuyaniya îro ya Ocalan de ku parêzer ji medyaya rê ragihînin de, mijara dawîkirina grevên birçîbûnê jî hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin