PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Wanê li navça Erdemitê rûdanekî çêbû û mamosteyekî bi navê İ.D. (30) ewilî gewriya xwe bi kêrê dibire û paşî xwe davêje Gol a Wanê.
Li gor ragihandina rojnama Van Bölge; bûyer li navça Edremitê li hingava Rêvebiriya Herêma 11em ya Rêyên Bejayiyê qewimiye.
Li gor gotina şahidan, mamostê bi navê İ.D. piştî gewriya xwe biriye, xwe avêtiye Gol a Wanê. Li ser gilîkirina welatiyan di wextekî kurt de polîs û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê.
Piştî mamoste ketiye avê, hipotermi derbas kiriye, piştî tîmên tenduristiyê mudaxele kirine, wî birine nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Wanê.
Hat ragihandin ku rewşa mamosteyê navborî baş nîne.