Hatimogullari: "Em li ber firsendeke dîrokî ne"
PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tûlay Hatîmogullari di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtina Îmraliyê de got, "Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurd û destpêkirina pêvajoya aştiya demokratîk êdî bûye berpirsyariyeke ku nayê vegerandin."
Hevseroka Giştî ya DEM’ê Hatîmogullari li ser platforma medyaya civakî daxuyaniyek da
Hatîmogûllarî got, "Nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê, bangeke dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne. Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurd û destpêkirina pêvajoya aştiya demokratîk êdî bûye berpirsyariyeke ku nayê vegerandin."
Hevseroka Giştî ya DEMê Hatîmogullari diyar kir ku di vê dema krîtîk de divê hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên avaker û wêrek bavêjin û got:
"TBMM zemîna herî girîng a vê pêvajoyê ye. Rêya aştî, demokrasî û biratiyê di gavên wêrek ên ku bi hev re bên avêtin re derbas dibe. Di vê xalê de divê ti gumana ti kesî nebe ku em ê weke Partiya DEMê hemû erkên xwe bi cih bînin û pêşniyarên çareseriyê yên erênî berfireh bikin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re paşerojê ronî bikin."