Hatimogullari: Li sandoqan xwedî derkevin

Hatimogullari: Li sandoqan xwedî derkevin

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari hişyarî da berpirsên sandoqan ên DEM Partiyê da ku sandoqan neterikînin û got: "Divê berpirsên sandoqan heta dawiyê li ser erkên xwe bin."

Tulay Hatîmogullari piştî ku bi daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) hate ragihandin ku dengdan bi dawî bûye, banga parastina sindoqan kir. got, “Dibe ku bi manîpulasyonan bixwazin berpirsên sindoqan ji sandoqan dûr bixin an jî ew bişînin malê, lê belê em ê hişyar bin.”

Tulay Hatîmogullariyê li ser Xê daxuyaniyek da û got:

“Em parastina sandoq û dengên xwe bidomînin! Bi manîpulasyonan dikarin daxuyaniyên derew ên wek 'jimartina hemû sandoqan temam bûye û hilbijartin temam bûye.' bikar bînin û bi hîleyan berpirsên sandoqan ji sandoqan dûr bixin û ew bişînin malên wan. Em ê li hemberî hîleyên wiha hişyar bin. Heta ku rayedarên partiya me nebêjin qediyaye, ti carî ji sandoqan dûr nekevin. Em sandoq û dengên xwe biparêzin, em kaxizên îmzekirî û kîsên dengan biparêzin.”

Serokê YSKê Ahmet Yener ragihand ku di demjimêr 17:00î de, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dengdan bi dawî bûye û jimartina dengan dest pê kiriye.

Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr di 208 hezar sandoqan de ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin