PeyamaKurd- Berdevka hûqûqê û mafên mirovan ya HDPê Ayşe Acar Başaran li ser mijara binçavkirina HDP yiyan ku berya kongre ya HDP ê çêbibe, peyamekî da çapemeniyê. Başaran got ku li Diyarbakir, Ankara, Dêrsim, Mêrdîn, Wan, Mersîn, Kocaeli, Mûş, Agirî û Îstenbolê herî kêm 99 kesên wan ji aliyê dewletê de hatine binçavkirin. Başaran di ragihandina xwe ya çapemeniyê ya nivîskî de weha got:
“Li Diyarbekirê 7 kes, li Dêrsimê piraniya wan xwendevan 10 kes, li Ankara 6 kesan xistine binçav. Li Mersînê 14 kes ku 4 ji wan zarokin û li Wanê peyamnêrê ajansa Mezopotamyayê Yunus Duman hatine binçavkirin. Di nav binçavkirinên Diyarbekir de rêvebirê şaxa bajêr İrfan Söner, serokê navçeya Rezan Mehmet Atlıhan û hevserokê navçeya Yenişehirê Sadrettin Kaya û ji rêvebirê navçeya Rezan Abdullah Dengiz hene. Desthilata Tirkiyê çavsor bûye û zen dike ku me ji demokasiyê dikare dûr bike û zarokan jî digre. Wextê kongreya me nêz dibe û dewlet me bi operasyonên komkujiyê ditirsîne.”
Berdevkê HDPê Günay Kubilay jî peyameka nêzî ya Başaran da û got ku ew bi operasyonan çavên xwe ji xewê vekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin