PeyamaKurd- Endamên komisyona Mafê Mirovan yê Meclisa Tirkiyê îro di civînê de di navbera wan de niqaşên mezin derketin û endamên partiya HDP ê jê vekişiyan. HDP dibêje bi rojaye endamên meclisa ciwanan yên HDP ê di bin çav de ne û tên îşkencekirin. Di civînê de endamê partiya MHP ê parlementerê Eskişehirê Metin Nurullah Sazak piştî mijar ji aliyê HDPê ve hat rojevê, Sazak weha got: “Bi cola seyên parêzer yên wan terorîstan hene.”
Li ser gotina Sazak HDP yî xwestin ku lêborîna xwe bixwaze lê ku lêborîna xwe nexwest, HDP yî civînê terkkirin. Endamên komîsyonê yên HDP ê Merala Tanıi Beştaş, Ebru Günay û Faruk Gergelioğlu civîneka çapemeniyê çêkirin. Meral Beştaş weha got:
“Dema me got parêzer îşkenceyê tesbît kirine, parlementerê MHP ê Sazak bo parêzaran got ‘cola seyan’. Esas bo temamê parêzeran gotiye ‘cola seyan’ û temamê parêzeran kêm xistiye. Piştî me bertek nîşan da navber danê. Me got eger lêborîna xwe nexwaze em ê civînê dewam nekin. Mafê ti kesî tine ye ku ji parêzeran re gotinên nexweş bêje. Desthilatiyên komîsyoa meclisê gelek fire ne. Amadekirina raporan, gotinên tên gotin wezîfa me ye ku em bo rayedaran ragihînin. Hem erka wê heye û hem desthilatiyên wê zêde ne. Lê me behsa komîsyoneka wisa dikin ku niha di meclisê de îşkenceyê dikin tişteka rewa. Divê ewilî endamên komîsyonê bên perwerdekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin