DYA ji bo basûrê Lubnanê di lêgerîna 'rêkeftinên ewlehiyê yên taybet' de ye

DYA ji bo basûrê Lubnanê di lêgerîna 'rêkeftinên ewlehiyê yên taybet' de ye

PeyamaKurd - Li gel ku Îsraîl bombebarana li dijî Hizbullahê berfireh dike, Hizbullah jî ji sala 2006an vir ve hêrişa xwe ya herî dijwar kir û DYA jî, ji ber zêdebûna pevçûnan, ji bo başûrê Lubnanê di lêgerîna 'rêkeftinên ewlehiyê yên taybet' de ye.

Piştî hêrişa “bersiva tund” a Îsraîlê ku yek ji fermandarên Hibullahê yê payebilind ê meydanî Hizbullahê li dijî Îsraîlê hêrişeke ku ji 2006an vir ve hêrişa herî dijwar bû pêk anî.

Piştî van geşedanan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kete nava hewldana amadekirina planeke ewlehiyê ya ji bo başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê.

Reuters ji zarê jêderekî ewlehiyê ragihand, Hizbullah duh (Pêncşemê), piştî şerê 7ê Cotmehê, hêrişa xwe ya herî bihêz a mûşekî li dijî Îsraîlê pêk aniye.

Ev hêriş, hêrişa piştî şerê 2006an vir ve hêrişa herî dijwar a Hizbullahê bû. Hizbullahê ragihandibû ku wan bi mûşek û frokeyên bêmirov, li dijî herî kêm 9 xalên leşkerî yên Îsraîlê yên li bakurê Îsraîlê û Girên Golanê operasyonek hemdem pêk aniye. Tê payîn ku di hêrişê de 150 mûşek û 30 frokeyên bêmirov hatine bikaranîn.

Rayedarên DYAyê, di derbarê van hêrişên rikber de tekez kirin ku DYA ji van geşedanên xeternak pir metirsîdar e ku aloziya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê veguhere şerekî mezin û diyar kirin ku pêwîstî bi rêkeftinên ewlehiyê yên taybet û agirbesta li Xezayê heye.

Rayedarên DYAyî destnîşan kirin ku vegera li rewşa 6ê Cotmehê ya li Lubnanê hatibû jiyîn ne bijardeyek gengaz e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin