PeyamaKurd – Li heremên Şehbaya Efrînê, bo pêşîlêgirtina vîrûsa Koronayê, hefteyekê qedexeya giştî hat ragihandin.
Şaneya Aloziyê ya Taybet bo Korona, roja Duşemê bang li şêniyên herêmê û koçberan kir, da ku pabendî biryarên wê bibin.
Herwiha qedexe di nava xwe de girtina sûk, dibistan, mizgeft, lidarnexistina dawet, civîn, kongre û çalakiyên civakî û dewreyên perwerdeyê jî dihewîne û ji bo saziyên Rêveberiya Xweser jî wê sîstema nobedariya li ser kar were meşandin.
Li gorî Şaneya Aloziyê, li herêmê hejmara pêketiyên vîrûsê her zêde dibe û ji ber kêmderfetî û amadekariyên bijîşkî yên taybet bi korona, pêwîstî bi qedexeya giştî ya Korona çêbû.
Li herêmen Şehbayê ji ber belavbûna vîrûsa Korona, rêjîma Sûrî dorpêç avêtiye ser wan ku ji bêtirî du hefteyan nahêle ne sotemenî ne jî derman derbasî nava şênî û koçberên Efrînê yên li Şehbayê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin