PeyamaKurd – Tûşbûyên vîrusa koronaya kujer ku li seranser dinyayê belav bûye û can distîne, gihîşt 665 hezar kesan ku ji wan 30 hezar û 883 kesan jî heta niha can dane.
Li gorî amarên dawî hejmara kesên ji vîrusa korona mirine li Îtalyayê ye ku heta niha 10 hezar û 23 kesan can daye. Piştî Îtalya welatên Îspanya, Çîn, Amerîka 1711 û Brîtanya 1019 tên.
Belavbûna Covid-19 li seranser dinyayê bi hemû leza xwe berdewam e û hîn jî metrisiyeke mezin e li ser mirovahiyê.
Li aliyê din xebatên ji bo dermanan û derziya vîrusa koronayê jî berdewam dikin, lê nayê pêşbînîkirin ku heta salekê ew xebat encam bidin her ku dermanên bo tedawiyê têne ceribandin jî ji bo bi temamî rêgirtina nexweşîyê zanyar hê zû dibînin.
Heta niha ji 142 hezar û 361 kes ji Covid-19 baş bûne ku herwiha gelek kes jî bi semptomên biçûk li malên xwe vê nexweşîyê derbas dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin