Hekem Xelo li ser aloziyên li Qamislo û Hesekê derketine axivî

Hekem Xelo li ser aloziyên li Qamislo û Hesekê derketine axivî

PeyamaKurd –  Endamê Encûmena Rûsipiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo diyar kir, rêjîma Sûriyê li şûna xwedî li koçberên Efrînê derkeve, xwarin, derman û sotemenî ji ser wan qut kir.

Endamê Encûmena Rûsipiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo ji K24ê re derbarê aloziyên di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên asayişê li Qamişlo û Hesekê de derketine axivî û da zanîn: “Aloziyên derketine ji encama dorpêça ku rêjîma Sûriyê daniye ser koçberên Efrînê li herêma Şehbayê û taxa Şêx Meqsûd e. Rêjîma Sûriyê li şûna xwedî li koçberan derkeve, xwarin, derman û sotemenî ji ser wan qut kirine. Li hember vê kiryara rêjîma Sûriyê, Rêveberiya Xweser neçar bû ku dorpêçê bixe ser çargoşeyên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê li Qamişlo û Hesekê.

Xelo destnîşan kir: “Rêjîma Sûriyê hîn jî dixwaze aloziyê çêbike û dibe ku sibe kesên sivîl derxîne xwepêşandinê û wan bide pêş, ji bo şerekî navxweyî di navbera kurd û ereban de rû bide. Ji bo rêgirtina li vê yekê, hêzên asayişê daxuyanî da û dorpêça li ser sivîlên li ser herêmên rêjîmê rakir.”

Hekem Xelo eşkere kir, Rûsya wek navbênkar dixwaze lihevhatinekê çêbike. Lê heta niha lihevhatina giştî çênebûye. Dibe ku di demjimêrên bê de, lihevhatineke giştî çêbibe û ev alozî nemîne.

Herwiha Xelo diyar kir: “Ji dema hatina Partiya Beis li ser desthilata Sûriyê, her tim li ser derxistina fitneyê di navbera kurd û ereban û Misilman û Kirîstiyanan de lîstiye. Derxistina van aloziyan di vê demê ji ber hin armancan e, yekem rêjîm dixwaze fişarê li Rêveberiya Xweser bike, ji bo sindoqên hilbijarina Serokatiya Sûriyê li herêmê wê bêne danîn.”

Xelo derbarê armanca din jî da zanîn: “Herêma Rêveberiya Xweser dewlemend e, ji sedî 25 ji xakê û ji sedî 80 ji dahatên çandinî û petrolê di destê Rêveberiya Xweser de ye, rêjîm jî dixwaze vê rêveberiyê hilweşîne û vê herêmê vegerîne bin kontrola xwe.”

Herî dawî li ser rola Rûsyayê destnîşan kir û got: Rûsya dixwaze hemû deveran vegerîne bin kontola rêjîma Sûriyê, lê bi hatina Serokê Amerîka Joe Biden û rêveberiya nû ya Amerîka re, di baweriya me de dê guhartin çêbibin û Amerîka dê meydanê vala neke û dê hebûna xwe li herêmê xurtir bike û dê zêdetir bi Rêveberiya Xweser re alîkar be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin