NY: Piştî êrîşan 100,000 kes ji Tehranê derketine

NY: Piştî êrîşan 100,000 kes ji Tehranê derketine

PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ragihand ku di du rojên pêşîn ên şer de, piştî êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê, 100,000 kes ji Tehran, paytexta Îranê, derketine.

Berdevkê UNCHR Stephane Dujarric îro diyar kir ku di du rojên pêşîn ên şer de 100,000 kes ji Tehran derketine û rojane bi qasî 1,000 heta 2,000 wesayît derketine, ku piraniya wan ber bi bakur ve diçin.

Dujarric herwiha destnîşan kir ku şer bandorek neyînî li ser gelê Lubnanê kiriye û diyar kir ku hejmara miriyên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser welêt gihîştiye 70 kesan û 450 kes jî birîndar bûne.

Stephane Dujarric herwiha tekez kir ku pêwîstiya bi berdewamiya hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê heye.