Her 3 saredarên jin hatin zîndanîkirin

Her 3 saredarên jin hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd- Şaredarên berê yên HDP yî yên navçeyên Dêrik, Sitewr û Mazidaxê hatin zîndanîkirin. Di çarçoveya lêpirsîna terorê de şaredara berê ya Mazidaxê Nalan Özaydın, ya Dêrikê Mulkiye Esmez û ya Stewrê Gulistan Öncü piştî hatin binçavkirin, li baregeha asayîşê îfade dan û wan derxistin hemberê dadgehê.

Dadgeha Merdînê biryara zîndanîkirina her 3 şaredarên berê da û wan şand zîndanê. Her sê şaredar berê ji wezîfeyên xwe hatibûn dûrxistin û di şûna wan de qeymeqamên heman navçeyan qeyûm hatibûn tayînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin