Herêma Kurdistan û Iraqê bang li Tirkiyê kirin: Birîna dar û daristanan rawestînin

Herêma Kurdistan û Iraqê bang li Tirkiyê kirin: Birîna dar û daristanan rawestînin

PeyamaKurd - Wezaretên Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji Tirkiyê dikin, birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne.

Wezaretên Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne û diyar dikin, ev karekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngehê ye.

Herwiha her du Wezaretên Çandiniyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dikin, da ku di çareserkirina vê pirsgirêkê de hevkar bin.

Beiya niha, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, komîteyek ji bo lêkolînkirina di pirsa birîna daristanan ji aliyê Tirkiyê ve pêk aniye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin