PeyamaKurd – Biryar e serokwezîrê Iraqê serdana Çînê bike û serokê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê aşkera dike, wan daxwaz kiriye ku nûnerê herêma Kurdistanê li şandeyên fermî yên Iraqê bo welatan de beşdar bibe.
Şêwirmendekî serokwezîrê Iraqê aşkera kir, biryar e 19ê vê mehê şandeyekî hikûmeta Iraqê bi serokatiya serokwezîr Adil Ebdulmehdî ve serdana Çînê bike û 4 rojan li wêderê bimîne û derdora 30 protokolan derbarê pîşesazî û wuze, kiştûkal, avadanî û bazirganiyê de li gel Çînê îmza bike.
Hîn nayê zanîn gelo di wê şandeyê de ti nûnerekî kurd an jî herêma Kurdistanê dê li gel Adil Ebdulmehdî di wê şandeyê de cîh bigre yan na.
Vê derbarê de serokê nûnertiya herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi fermî ji hikûmeta Iraqê re hatiye gotin, bo her şandeyekî derve, divê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê jî hebe.’’
Herwiha got, wezîrê darayî yê Iraqê Fuad Husên û wezîrên din ên kurd di wê serdana Adil Ebdulmehdî ya ji bo Çînê de dê beşdarî wê şandeyê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin