PeyamaKurd - Herêma Kurdistanê ragihand ku lîsteya mûçeyên meha sêyemîn a karmendên wê piştî ku ji hêla xezîneyên li Hewlêrê û Silêmaniyê ve were pejirandin, wê ji bo Bexdayê were şandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêvajoya amadekirina lîsteya mûçeyan a meha sêyemîn di qonaxên xwe yên dawîn de ye, parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi rêya pergala mûçeyên elektronîkî karê xwe temam dikin û lîste wê bi rêya Wezareta Darayî ji bo Bexdayê werin şandin."
Serokê Amadekirina Lîsteya Mûçeyan Fenk Hesîb, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku lîsteya mûçeyên Adarê bi rêya pergala mûçeyan hatiye amadekirin û amadekirina lîsteya vê mehê bi tevahî qediya ye.