Heskîf disewite: Agir bi sûnwarên dîrokî ket

Heskîf disewite: Agir bi sûnwarên dîrokî ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro êvarê li Heskîfa şûnwarê dîrokî ku di bin ava bendava İlisuyê de dimîne agir bi herêma derbxanê ketiye û şûnwarên dîrokî yên mayî dişewitin.

Kordînasyona Jiyandina Heskîfê li ser medya civakî dîmenên şewatê belav kirin û da zanîn ku agir bi îtfaîyeyan nikarin bitefînin û helîkopter jî ji bo vemirandina agir nehatine rakirin.

Kordînasyonê banga hestiyarbûnê bo şewata Heskîfê kir û ji bo vemirandina agir xwest, dengê xwe bilind bikin û nehêlin dîrok bişewite.

Li gor parvekirinên medya civakî yên çavkaniyên herêmê, heta niha van saetan (21:30) hîn agirê bi şûnwarê dîrokî yê Heskîfê ketiye nehatiye vemirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin