PeyamaKurd - Endama Encumena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêvî Heyaf xwe ji Tevgera Goran vekişand û got ku ti pêwendiya wê bi wê tevgerê re nemaye.
Endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêvî Heyaf daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wê dev ji karê xwe yê di nav tevgera Gorranê de berdaye.
Hêvî Heyaf ragihand: "Ez Hêvî Heyaf Bekir im, berpirsa berê ya Tevgera Goran û endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran, ji vê kêlîkê pê ve, tu pêwendiya min bi Tevgera Goran re nema ye."
Herwiha wê berpirsa Goran nivîsiye: "Ez ne amade me bibim sûtemenî di nav wan baskên ku di nav Goran de çêbûne, berî niha jî min Kordînatorê Giştî û gellek berpirs haydar kir, ku ha ji vê rewşê hebin û min kar ji bo biserxistina Tevgera Goran kir, lê piştî mirina rewanşad Newşîrwan Mistefa, Tevgera Goran ji rêbaza wê hat dûrxistin û ti dijatiyek nema û li beramberî min nehat kirin."
Hêvî Heyaf behsa wê yekê jî kiriye, ku ewê di rojên dahatî de, daxuyaniyeke din belav bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin