PeyamaKurd - Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adanan Topçu hatin desteserkirin.
Li navçeyên Mûşê hevşaredarên HDPyî hatin desteserkirin. Polîsan danê sibê zû bi ser malên Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adanan Topçu de girtin û ew desteser kirin.
Polîsan di heman demê de avahiyên şaredariyan jî dorpêç kirin. Piştî lêgerîna li malan hevşaredaran birin avahiyên şaredariyê û ji wir jî birin miduriyetên polîsan.
Piştî biryara desteserkirinê bi fermana Wezareta Navxwe ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin erkdarkirin
Li 28 şaredariyan qeyûm hatin erkdarkirin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de, bi sedema ku derbarê wan de lêpirsîn heye, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ji wezîfeyê dûr xistibû. Li şûna wan qeyûm tayîn kiribû. Ji wê rojê heya niha, li 28 şaredariyên HDPyî qeyûm hatine erkdarkirin.
Wezaret li şûna şaredaran, qaymeqaman an jî waliyan erkdar dike.
Şaredarên ku ji kar hatin dûrxistin ev in:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin