PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Batmanê bangî hevserokê şaxa Batmanê yê DEM Partiyê Mesut Tekik kir da îfadê wî bistîne û paşî hêzên asayîşê wî xistin binçav.
Duhî, hêzên asayîşê li bajarê Batmanê li baregeha DEM Partiyê 4 seet lêgerîn kiribûn. Polîs dest danîbû ser alavên li partiyê û îro jî polîs bangî hevserokê DEM Partiyê Mesut Tekik kir da here baregeha asayîşê.
Tekik, li baregeha asayîşê xistin binçav û piştî îfadên wî bistînin, wê wî bişînin edliyê ji bo dadgehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin