Hewla zindîkirina YNKê li Silêmaniyê

Hewla zindîkirina YNKê li Silêmaniyê

PeyamaKurd - Endamên Encûmena Serkirdeyetiya YNKê li mala Celal Talebanî li hev civiyan.

Îro li mala Celal Talebanî, Pavil Talebanî pêşwazî li endamên Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kursdistanê kir.

Di wê şandeya Encûmena Serkirdeyetiya YNKê de, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî Dr. Berhem Salih ku niha serokkomarê Iraqê ye ligel endamên Encûmena Serkirdeyetiya YNKê serdana mala Celal Talebanî kirin û ji aliyê Pavil Talebanî ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de, derbarê guhertin û pêşketinên siyasî û ewlekarî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê û li navçeyê bi giştî guftûgo hat kirin. Her wiha li ser çawaniya xizmetkirina gel û projeyên xizmetkarî ji bo wealtiyan û bi taybetî di hikûmeta dahato ya Herêma Kurdistanê de, hate gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin